JI LÛTKEYA YALTAYÊ BER BI SHENZHENÊ VE: GELO CÎHAN DÎSA TÊ DARIŞTIN?

Puxteya Nûçeyê

  • Navendên siyasî Lûtkeya Shenzhen û Lûtkeya Yaltayê didin ber hev.

  • Di Lûtkeya Yaltayê de careke din cîhan di navbera serkeftiyên Şerê Cîhanê yê Duyem de hate parvekirin.

  • Lê Lûtkeya Shenzhenê bi piranî bala xwe dide ser hevahengiya aborî û rêgirtina li berfirehbûna nakokiyan.

Daxuyaniyên Sereke û Mijarên Balkêş

  • Lûtkeya Yaltayê: Di dawiyên Şerê Cîhanê yê Duyem de û dema ku têkçûna Almanyaya Nazî nêzîk bûbû, serokên sê welatên sereke yên hevpeymanan biryar dan ku ji bo diyarkirina çarenivîsa Ewropa û cîhanê ya piştî şer bicivin. Ev civîn di dîrokê de wekî Lûtkeya Yaltayê tê nasîn û wekî yek ji bûyerên siyasî yên herî girîng ên sedsala bîstem tê dîtin.

  • Dem, Cih û Beşdarên Lûtkeya Yaltayê: Lûtke di navbera rojên 4 heta 11ê Sibata 1945an de li Koşka Lîvadyayê li bajarê Yaltayê yê li nîvgirava Kirimê (li Yekîtiya Sovyetê ya berê) birêve çû. Beşdarên sereke ev bûn:

  • Franklin Roosevelt: Serokê Amerîkayê.

  • Joseph Stalîn: Serokê Yekîtiya Sovyetê.

  • Winston Churchill: Serokwezîrê Brîtanyayê.

Screenshot
  • Armanc û Biryarên Herî Girîng ên Lûtkeyê: Di heyama heşt rojên civînan de, her sê serok gihîştin çendîn rêkeftinên çarenivîssaz, ji wan:

  • Parvekirina Almanyayê: Biryar hate dayîn ku piştî xweradestkirina Almanyayê, welat û bajarê Berlînê yê paytext bibin çar herêmên di bin desthilatdariya (Amerîka, Sovyet, Brîtanya û Fransayê) de û hemû hêzên leşkerî yên Almanyayê werin hilweşandin.

  • Neteweyên Yekbûyî: Di dosyeya Neteweyên Yekbûyî de li ser dengdana di Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî û desthilata vetoyê ya endamên mayînde gihîştin lihevkirinekê; herwiha li hev kirin ku di 25ê Nîsanê de konferansek li San Franciscoyê ji bo amadekirina peymana rêxistinê dest pê bike.

  • Çarenivîsa Polonya û Ewropaya Rojhilat: Stalîn soz da ku li Polonya û welatên din ên Ewropaya Rojhilat hilbijartinên azad û demokratîk pêk bîne, her çend paşê pabendî vê sozê nebû jî.

  • Şerê li dijî Japonyayê: Yekîtiya Sovyetê razîbûna xwe nîşan da ku piştî sê mehan ji xweradestkirina Almanyayê, li hemberî bidestxistina hin herêman li Asyayê, li dijî Japonyayê bikeve nav şer.

  • Dadgehkirina Tawanbarên Şer: Biryar hate dayîn ku hemû serokên Nazî û kesên ku tawanên şer kirine werin dadgehkirin.

  • Encam û Bandor: Her çiqas Lûtkeya Yaltayê li ser rûyê erdê serkeftineke mezin a dîplomatîk bû ji bo bidawîanîna şer, lê di rastiyê de bû sedema parvebûna cîhanê li ser du eniyên Rojhilat (bloka sosyalîst bi serokatiya Sovyetê) û Rojava (bloka kapîtalîst bi serokatiya Amerîkayê). Kêmtirî du mehan piştî lûtkeyê, Roosevelt koça dawî kir û peywendiyên di navbera hevpeymanan de têk çûn; ev yek bû sedema destpêkirina Şerê Sar ku zêdetirî çar dehsalan dom kir.

  • Dawiya Yaltayê: Lûtkeya Yaltayê selmand ku siyaseta navneteweyî li ser bingeha berjewendiyên hêzên mezin tê dariştin. Ew biryarên ku Roosevelt, Stalîn û Churchill di wê civînê de dan, ne tenê dawî li Şerê Cîhanê yê Duyem anîn, belkî sînorên siyasî û erdnîgarî yên cîhanê jî ji bo dehsalên paşê diyar kirin.

  • Rûsya: Lûtkeya Shenzhenê; ne Yalta ye: Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky hişyarî dabû ku lûtkeya sêalî ya roja Pêncşemê ya li bajarê Shenzhenê dibe ku mîna Yaltayê bibe "ji nû ve dariştina herêman".

  • Bersiva Berdevkê Kremlînê: Lê berdevkê Kremlînê gotina Zelensky red kir û got: "Hemû berhevdanên bi Yaltayê re tenê şîroveyên siyasî ne ku ti bingehê wan di rastiyê de nîne." Herwiha amaje bi wê yekê jî kir: "Gotina ku kesek dicive da ku li ser çarenivîsa cîhanê biryarê bide, bi teqezî Rûsya û Çînê li xwe nagire."

  • Guhertina hevsengiya hêzê (Derketina Brîtanyayê û ketina hundir a Çînê): Di Lûtkeya Yaltayê de Çîn ne amade bû, her sê hêzên mezin bêyî amadebûna Çînê li ser rêkxistinên derbarê axa wê de danûstandin kirin. Vê carê Çîn wekî zilhêzeke nû ku di nav sê zilhêzan de cihê Brîtanyayê girtiye, mazûvaniya Lûtkeya Shenzhenê dike.

  • Cudatiya herdu lûtkeyan: Lûtkeya Yaltayê ji bo avakirina nîzameke nû ya cîhanî û parvekirina qadên kontrolê di navbera serkeftiyan de civiya, di demekê de ku Lûtkeya Şhenzhenê di serdema hilweşîna hevsengiyên navneteweyî yên kevn de birêve diçe; tê de hewl tê dayîn ku kanalên peywendiyê werin vekirin û rê li ber ketina nav şerê atomî yan pevçûnên berfirehtir ên herêmî were girtin.

  • Sînorê bandorê li ser welatên din: Serokên Yaltayê karîn sînoran ji nû ve xêz bikin û çarenivîsa tevahiya gelan bi rêya biryarên ji jor ber bi jêr ve diyar bikin. Lê di serdema Lûtkeya Şêncênê de, hêzên herêmî û dewletên biçûk xwedî îrade û şiyanên serbixwe ne, ku ev yek dike ku zehmet be careke din cîhan li pişt deriyên girtî were parvekirin.

Ji bo Agahdariya we

Berhevdana Lûtkeya Schenzenê bi Yaltayê re nîşand dide ku di sîstema nevneteweyî ya îro de tevî hewldanên hêzên mezin ên ji bo biryardan û rêveberiya qeyranan, dînamîkên cîhanê yên pircemserî û vîna aktorên herêmî rê nadin ku bi hêsanî modela dabeşkirina sala 1945an dubare bibe.

Bêtir bixwînin: Ev nûçe ji we re hatine bijartin

Ji bo nûçeyên nû bi berdewamî KANAL8ê bişopînin:

https://www.channel8.com/kurmanci/news/89e7a197-348a-403b-aead-07814564e065

Kanal8

Thu Nov 19 2026

Loading related news...