OMER OCALAN: KURDIYA SEROK PIR XURT E

Kanal8

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan behsa hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re kir û got, "Kurdiya Serok serok pir xurt e. Di hevdîtinê de em bi Kurdî axivîn."

Omer Ocalan da diyarkirin ku Abdullah Ocalan gotiye, “Ez li vir dixebitim. Bi şev û roj ez dixebitim. Derfetên we zêde ne, saziyên we hene divê hûn civakê bi rêxistin bikin. Divê hûn erka xwe bi cih bînin.”

Nûnertiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li Rihayê, kongreya xwe ya damezirandinê li dar xist.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî di kongreyê de axivî û behsa hevdîtina dawî ya navbera xwe û Abdullah Ocalan kir.

Omer Ocalan got, “Di hevdîtina dawî de Serok got ‘ez li vir dixebitim. Bi şev û roj ez dixebitim. Derfetên we zêde ne, saziyên we hene divê hûn civakê bi rêxistin bikin. Divê hûn erka xwe bi cih bînin’. 

Her wiha Omer Ocalan bal kişand li ser wê yekê ku di hevdîtinê de bi Kurdî axivîne û got, “Kurdiya Serok serok pir xurt e. Di hevdîtinê de em bi Kurdî axivîn. Tenê nîv saetê dawî li ser hinek mijarên siyasî yên hesas em bi Tirkî axivîn. Divê dewlet gavên şênber biavêje. Gelê Kurd berdêlên giran da. Em ê li her deverî li nirxên xwe derkevin.”

Herî dawî di 31ê Cotmehê de Omer Ocalan, Fatma Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan li Îmraliyê serdana Abdullah Ocalan kiribûn.

Kanal8

Sun Nov 02 2025

Loading related news...