Tomara herî fermî ya cîhanê ye ji bo pîrozkirina destkeftên mirovî
Handan e ji bo pêkanîna karên çêtir di asta cîhanî de
Guhertina agahdariyên çandî ye di asta civakan de
Handan e ji bo gihîştina asta bilindtir
Tomara Guinnessê cara ewil di sala 1955an de li Brîtanyayê ji aliyê Sir Hugh Beaver, hilberînerê "Vexwarinên Guinness" ve hatiye afirandin; armanca tomarê hêsan e, li pey tomarên neasayî yên cîhanê digere û wan arşîv dike.
Pirtûka Guinnessê di vê demê de, zêdetirî 70 hezar tomarên cuda di nava xwe de dihewîne ku di hezar warên cuda de û bi navê gelek kesayet û cihan hatine tomarkirin.
Çima Pirtûka Guinnessê Girîng e:
Ronahiyê dide ser destkeftên awarte yên mirovan
Arşîva mirovên afirîner tomar dike
Handan e ji bo pêkanîna karên çêtir
Navdarî ji bo kesayet û cihan bi dest dixe
Motîvasyon e ji bo geşedana tûrîzmê
Nasnameya çandî ya cihan diparêze
Rûmet û rêzdariyê ji bo civakan çêdike
Tomarên Kurdan di Guinnessê de:
Afşîn Îsmaîl û Sûltan Kosen: Weke zilamê herî kurt û herî dirêj ê cîhanê ku di jiyanê de ne: bi 65.24 santîm û 251 santîman.
Mîlad Behmenî: Zêdetirîn lêdan li "Punch Bag" ji bo maweya 40 demjimêr, 40 deqîqe û 40 çirkeyan.
Zanîngeha Silêmaniyê: Nivîsîna hevoka herî dirêj a ku bi daran hatibe çandin (şeş hezar dar).
Donerê Azadî: Donerê herî mezin ê ges bi du ton û 672 kîloyan.
Tomarên herî mezin ên Guinnessê:
Tomara kesayeta herî bi temen: Jeanne Calment, 122 sal û 164 roj.
Zilamê herî lezî: Usain Bolt, 100 metreyî di 9.58 çirkeyan de.
Firokeya rêwiyan a herî lezî: X-15 a Nasayê bi leza heft hezar û 274 kîlometreyî di demjimêrekê de.
Xala herî kûr a binê deryayê ku mirov gihîştiyê: Challenger Deep, 10 hezar û 900 metreyî.
Zarokê herî giran ê ku çêbûye: Anna Bates, 9.98 kîlogram.
Sê kesayetên herî diyar ên ku xwediyê zêdetirîn tomaran in:
Ashrita Furman ê Amerîkî: Zêdetirî 200 tomaran.
Silvio Sabba ê Îtalyayî: Bi sedan tomar.
David Rush ê Amerîkî: Bi sedan tomar.
Tomarên herî zehmet ên Guinnessê:
Vito Marinic ji bo girtina henaseyê di bin avê de: 29 deqîqe û sê çirke.
Suresh Kumar Sharma ji bo jiberxwekirina zêdetirîn hejmara Pî (Pi): 70 hezar û 30 hejmar.
Joseph Salek ji bo zêdetirîn maweyê di rewşa plankê de: Neh demjimêr, 38 deqîqe û 47 çirke.