OMER OCALAN: BI BENZÎNÊ NEÇIN AGIRÊ ŞER

Kanal8

Parlamenterê DEM Partiyê, êrişên komên çekdar ên girêdayî artêşa Sûriyeyê li ser herdu taxên Kurdan ên Helebê Helebê şermezar kir û piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo êrişan rexne kir.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan bang li rayedarên Tirkiyeyê kir, "Bi benzînê neçin agirê şerê Sûriyeyê, ji ber ku ew ê zirarê bide her kesî."

Omer Ocalan wiha got, “Deriyên herdu taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd girtî ne. Lîstikek pir xeternak dimeşe û hêzên kirêgirtî, ku pir xeternak in, ketine dewrê. DAIŞ û HTŞ dixwazin li Helebê Kurdan qir bikin. Ew ketine nav lîstikê. DAIŞ û Eniya Rizgariya Sûriyeyê dixwazin li Helebê Kurdan qir bikin. Dem hatiye ku rayedarên Tirkiyeyê dev ji gurkirina agirê vî şerî berdin, ji ber ku ew ê zirarê bide her kesî.

Kanal8

Wed Jan 14 2026

Loading related news...