Candirmeyên Tirkiyê nûciwanekî Rojavayî li ser sînor kuşt

Kanal8
Wêne: AP
Wêne: AP

Nûciwanekî Rojavayî yê 14-salî dema dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê Candirmeyên Tirkiyê ve hat kuştin.

Nûçegihana Kanal8’ê li Rojavayê Kurdistanê da zanîn, paşnîvroya îro, 17’ê Tebaxa 2024’an, nûciwanekî 14-salî di navbera gundên Kîkan û Şaran ên derdora bajarê Kobaniyê li ser sînorê Tirkiyê – Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Candirmeyên Tirkiyê ve gule bi ser wî de hatin reşandin.
Nûciwanî hewl dida bi rêya neyasayî derbasî sînorê Tirkiyê bibe, di dema ketinê de gule lê hatin reşandin.
Tê gotin, nûciwan ji Serêkaniyê ye û zarokê malbateke derbider ên şer in ku niha li Kobaniyê bi cih bûne.

Li navçeyên Rojavayê Kurdistanê yên ser sînorê Tirkiyê, welatî rojane di bin gefa leşkerên sînorî yên Tirkiyê de ne. Li gorî medyaya Herêma Rêveberiya Xweser îsal çend kes li ser sînor hatine kuştin û êşkencekirin.

Kanal8

Sat Aug 17 2024

Loading related news...