DEMJIMÊR 6Ê SIBEHÊ HINARDEKIRINA PETROLA HERÊMÊ DEST PÊ KIR

Kanal8

Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku îro demjimêr 6:00ê sibê bêyî ti pirsgirêkek teknîkî hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistana Iraqê ji nû ve dest pê kir.

Wezaretê ev gav wekî nîşanek serkeftina hewldanên hevbeş ên di navbera Hewler û Bexdayê de bi nav kir.

Daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Iraqê
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hinardekirina petrolê îro demjimêr 6:00ê sibê bêyî ti pirsgirêkek teknîkî ji nû ve dest pê kir."

Wezareta petrolê ev pêşketin wekî "gaveke mezin ber bi xurtkirina dewlemendiya neteweyî bi ruhê hevkarî û hevrêziya bilind ve" bi nav kir. "Destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê dê berdewamiya hinardekirina petrolê garantî bike û piştgiriyê bide aboriya neteweyî."

Wezareta Petrolê ya Iraqê got ku "Destpêkirina hinardekirina petrolê serkeftina hewldanên hevbeş ên hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan dide."

Piştrastkirina Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê
Di vê navberê de, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar di peyamekê de got ku hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê ji nû ve dest pê kiriye.

Kanal8

Sat Sep 27 2025

Loading related news...