
Pentagonê destnîşan kir, ew hêzên xwe li Iraqê kêm dikin û bala xwe didin ser şerê bermahiyên DAIŞê li Sûriyeyê.
Di heman demê de zêdeyî 12 tevgerên şaneyên DAIŞ’ê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine tomarkirin.
Fermandarekî Pentagonê ji Reutersê re got, ew hêzên xwe li Iraqê ji 2500 ji bo 2000 kêm dikin û tevahî leşkerên xwe vediguhezin Hewlêrê.
Fermadarê ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir, êdî dê bala wan li şerê li dijî bermahiyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê be ku ji salan ve li gel Hêzên Sûriya Demokratîk şerê DAIŞ’ê dikin.
Di heman demê de Ajansa Nûçeyan a Hawarê got, vê mehê 12 tevgerên çekdarên DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine tomarkirin.
Li gorî wê ajansê DAIŞ’ê bi dehan êrîş pêk anîne û her wiha hewl daye endam û malbatên xwe ji Kampa Holê û girtîgehan birevîne.
Piştî hiweşîna desthilata Beşar Esed Pentagonê destnîşan kirinbû, 2 hezar leşkerên wan li Sûriyê hene, lê piştre ragihandibû, ew dê hejmara leşkerên xwe daxin kêmtirî hezar leşkeran.
Herî dawî jî agahî belav bûn ku hêzên amerîkî xwe ji nû ve li Sûriyê belav dikin û hejmarek mezin ji hêzên xwe anîn Rojavayê Kurdistanê û bi taybet baregeha Qesrikê ya li Hesekê.
Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk heta niha dibêjin, metirsî hene ku DAIŞ li Sûriyeyê vegere. Îsal jî êrîşên DAIŞ’ê li navçeyên HSD’ê bûne sedema jiyana ji destdana nêzî 100 kesan.
