
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê di civînê de ye û guhdariya parêzer, mafnas, yasanas û navend û rêxistinên hiqûqî dike.
Civîna 13emîn a komîsyonê, demjimêr 11’ê beriya nîvro dest pê kir.
Li gorî agahiyan, di rûniştina yekemîn de, guhdariya deste û komeleyên hiqûqî hatiye kirin ku di nava wan de, Komeleya Mafnasan, Komeleya Mafnasan ji bo Azadiyê, Komeleya Parêzerên Sosyal Demokrat û Komeleya Lêkolînên Yasayî hene.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê di rûniştina duyemîn de wê nêrîna hejmarek pisporên yasayî werbigire.
Komîsyonê di 12emîn civîna xwe de, guhdariya hejmarek navendên lêkolînên kurdî û saziyên taybet ên lêlokînan girtibû.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, 5’ê Tebaxa îsal bi serokatiya, Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş hate avakirin.
