SEMPOZYUMA EHMEDÊ XANÎ TÊ LIDARXISTIN

Sema Reşid

Enstîtuya Ehmedê Xanî ragihand ku îro li Wana Bakurê Kurdistanê Sempozyuma Ehmedê Xanî tê lidarxistin.

Enstîtuya Ehmedê Xanî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku sempozyumeke bi navê "Ehmedê Xanî û 330 Saliya Mem û Zînê”  were lidarxistin û li ser ziman, huner, dîrok û çanda Kurdan e.

Enstîtuya Ehmedê Xanî di belavoka ku belav kiriye de hemû kes vexwend sempozyumê.

Her wiha li gorî destnîşandkirina enstîtuyê, Sempozyuma Ehmedê Xanî îro li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (Van TSO) tê lidarxistin.

Hat diyarkirin ku, sempozyum ji 3 rûniştinên cuda pêk tê û dê konser û merasîma pêşkêşkirina xelatan pêk were.

Sempozyum dê demjimêr 10:00an dest pê bike.

Sema Reşid

Sat Oct 04 2025

Loading related news...