22EMÎN PÊŞANGEHA PIRTÛKAN BÊYÎ WEŞANXANEYÊN KURDΠ DEST PÊ KIR

Kanal8

Di çarçoveya 22. Pêşangeha Pirtûkan a Enqereyê ku 3ê Cotmehê dest pê kir de, zêdetirî 500 weşanxane û saziyên sîvîl, nivîskar û akademîsyen tevlî bûn.

Di salên berê de di Pêşangeha Pirtûkên Enqereyê weşanxaneyên pirtûkên Kurdî an qet tevlî nedibûn an jî bi şêweyekî pir bi sînordar dihatin temsîlkirin.

Ji Weşanxaneya Nûbiharê Bariş Bişaroglu got, ew dixwazin nêzî xwendevanan dibin û Weşanxaneya Nubiharê jî karê xwe berdewam dike.

Weşanxaneyên Kurdî, sedemên tevîlîbûna kêm di pêşangehê de ne tenê bi sedenêb siyasî, lê bi astengiyên pratîk re jî rave dikin.

Nivîskar Ramazan Çalişkan jî got, "Em girîngiyê didin cihêrengiya zimanan. Her cure reng, hebûna weşanên bi zimanên cuda vê kevneşopiyê dikare ragire. Di vê xalê de em jî teşwîq dikin. Li vir Weşanên Nûbiharê hene, ew weşanên bi Kurdî dikin. Li li kêleka wê Weşanên Zehra jî hene. Ew jî bêtir hem bi Kurdî hem bi Erebî weşanê dikin."

Pêşangeha Pirtûkan, bi bernameya xwe ya dewlemend ve amade ye. Lê kêmasiya weşanxaneyên pirtûkên Kurdî ìsal jî bû sedema nîqaşan. 

22emîn Pêşangeha Pirtûkan a Enqereyê dê heta 12ê Cotmehê wê berdewam bike, dê nêzî hezar çalakî û panel werin lidar xistin û biryar e di sala 2026’an de 23. Pêşangeha Pirtûkan di 4’ê Kanûnê de dest pê bike.

Kanal8

Sat Oct 04 2025

Loading related news...