
Puxteya Nûçeyê
Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin di konferansa ku ji aliyê ORSAM û Zanîngeha Oxfordê ve hat lidarxistin de daxuyaniyên girîng li ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd da.
Kalin destnîşan kir ku çareserî tenê bi çekdanînê pêk nayê.
Kalin ragihand ku ji bo vegera endamên PKKê yên li derveyî qanûna heyî, qanûnên nû dê bên derxistin û bal kişand ser ku ji vê pêvajoyê ti veger nîne.
Daxuyaniyên Sereke û Mijarên Balkêş
Amadekarî didomin: Serokê MÎTê İbrahim Kalin diyar kir ku di çarçoveya qanûna bingehîn de amadekariyên ji bo vegera endamên PKKyê ya bo Tirkiyeyê û tevlîbûna wan a nû di nava civakê de berdewam dikin; her wiha qanûnên pêvekirî yên ku kesên li derveyî qanûna heyî mane jî li xwe digire, dê bên derxistin.
Divê Sedem bên nirxandin: Kalin bal kişand ser wê yekê ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê danîna çekan nîn e û got ku divê ew pirsgirêkên civakî û siyasî yên ku bûne sedema derketina vê pirsê jî bên destgirtin. Kalin diyar kir ku piştî bêçekbûnê, ji bo birêvebirina pêvajoya vegerê û tevlîbûna nû ya nav civakê amadekarî tên kirin û qanûnên pêvekirî yên ku endamên PKKyê yên li derveyî pakêta qanûnî ya heyî mane jî li xwe digire, di rojevê de ne. Kalin di nirxandina xwe ya li ser sedemên derketina pirsgirêka Kurd de anî ziman ku hîskirina beşek ji Kurdan a wekî "bêparbûna ji mafan, dîtina cudakariyê û piştguhxistinê" yek ji aliyên bingehîn ên pirsgirêkê ye.
Divê Gavên Demokratîkbûnê bên avêtin: Kalin destnîşan kir ku pêvajo tenê ji bêçekbûnê pêknaye û got, “Heke hûn vê yekê tenê bixin ser aliyekî, pêvajo yek ling dimîne. Divê pêvajo li ser du lingan biçe pêş.” Kalin da zanîn bêçekbûn bi tenê jî nabe çareserî. Kalin diyar kir ku di warê demokratîkbûn, berfirehkirina mafan û entegrasyona civakî de pêdivî bi gavên nû heye û got: “Lê belê ev jî bi tenê pirsgirêkê çareser nake. Di warê demokratîkbûn, berfirehkirin, entegrasyon û qadên wekî wan de divê em gavên din jî bavêjin.”
Di siyasetê de lihevkirin heye: Kalin li ser zemîna siyasî ya pêvajoyê jî axivî û got ku ev pêvajoya ku bi piştgiriya bihêz a Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kiriye, bi piştgiriya CHP, DEM Parti û partiyên din re veguheriye lihevkirineke berfireh. Kalin da zanîn ku di dengdana li Parlamentoyê de 467 parlementeran dengê erê dane û ev tablo bi van gotinan nirxand: “Ev lihevkirineke wiha ye ku di siyaseta Tirkiyeyê de ji zêde wext ve me nedîtiye.” Kalin anî ziman ku ev lihevkirin baweriya bi siyaseta sivîl xurtir dike û partiyên siyasî dikarin cudahiyên xwe deynin aliyekî û li gorî armanceke hevpar tevbigerin.
Li Iraq, Sûriye û Îranê pêdivî bi demokratîkbûnê heye: Kalin destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd tenê di nav sînorên Tirkiyeyê de nayê nirxandin û li Sûriye, Iraq û Îranê ku Kurd lê dijîn jî pêdivî bi entegrasyona civakî û demokratîkbûnê heye. Kalin diyar kir ku cudahiyên etnîkî, mezhebî û dînî yên li herêmê, li şûna ku bibin sedema şer, dikarin bibin parçeyek ji dewlemendiya civakî û divê ev cudahî li ser bingeha jiyana hevpar bên nirxandin.
Li ser leza pêvajoyê: Kalin li ser leza pêvajoyê û zehmetiyên ku derdikevin pêşberî wan jî nirxandin kirin û diyar kir ku avêtina gavên mezin di qada bêçekbûn û siyasî de ne hêsan e, ji ber vê yekê hinek caran neçar dimînin ku bi gavên piçûktir pêş ve biçin. Kalin şîreta ku di vê mijarê de dane aliyên ku pê re dixebitin wiha vegot: “Hûn dikarin gaveke mezin bavêjin lê piştî wê dibe ku hûn balansa xwe winda bikin. Bi kêmanî divê hûn lingekî xwe li ser erdê asê bikin.”
Ne bazar e: Kalin diyar kir ku dema di nava pêvajoyê de rûbirûyî xetên girtî dibin, tevdîrên demkî pêş bixin û dema pirsgirêk yekser çareser nebin, hewl didin bandorên wan sînordar bikin. Kalin got: “Heke hûn nikaribin pirsgirêkê çareser bikin, bi kêmanî hewl bidin bandora wê sînordar bikin. Lê em nawestin û nasekinin.” Kalin anî ziman ku ew vê pêvajoyê wekî bazarê ku alî tawîzan bidin hev nabîne û nêzîkatiya bingehîn ew e ku ber bi armanca hevpar ve biçin û astengiyên li pêşiya xwe bi hev re rakin. Kalın şêwaza xebata pêvajoyê wiha şirove kir: “Ev ne mijara 'pêşî tu vê bike, paşê ez ê vê bikim' ango meseleyeke bide û bistîne nîn e. Ew ne pêvajoyeke li ser bingeha bazarê ye. Zêdetir girêdayî meşîna ber bi heman armancê ve û rakirina astengiyên li ser rê ye. Ez vê astengiyê radikim, tu ya din radikî. Armanc diyar e. Divê em bigihêjin wir. Lê divê em vê yekê bi hev re bikin.”
Helwesta Kadroyên pêşeng ên PKKyê: Kalin di nirxandina xwe ya li ser rewşa heyî ya pêvajoyê de diyar kir ku hinek fikar û berxwedanên ku ji kadroyên pêşeng ên PKKyê tên hene. Kalin anî ziman ku pêvajo bi leza ku dihat hêvîkirin pêş ve naçe û kadroyên pêşeng ên rêxistinê di mijara ku di pêşerojê de çi li benda wan e û dê pêvajo çawa bi encam bibe de xwedî pirsiyar in. Kalin nirxandina xwe ya li ser vê mijarê wiha parve kir: “Heke ez li hemberî we rast bim, hinek berxwedan ji kadroyên pêşeng ên PKKyê tê. Em bi leza ku hûn dixwazin bibînin pêş ve naçin. Ji ber vê yekê pirsiyara ‘Dê çi bibe bi me?’ û di mijara encamdanîna pêvajoyê de hinek mesele û fikar hene. Ez van fikaran fêm dikim. Lê em diaxivin. Em hewl didin van meseleyan destgirtî bikin û jê derbas bibin.” Kalin da zanîn ku tevî vê yekê jî wan dilsoziya kadroyên pêşeng ên PKK’ê ya ji bo pêvajoyê ditiye û diyar kir ku di qonaxên piştî vê de ji bo şêwazê pêvajoyê li benda rûnakbûneke zêdetir in. Kalın destnîşan kir ku baweriya dualî di vê xalê de diyarker e.
Veger nîne: Kalin anî ziman ku qanûna ku ji parlamentoyê derbas bûye, lijneya ku di bin serokatiya Alîkarê Serokomar de hatiye avakirin, jêrkomîteyên ku dê dest bi xebatên xwe bikin û komîteya şopandinê ya ku tê plankirin di bin sîwana parlamentoyê de were avakirin, biryardariya hikûmet û partiyên siyasî nîşan dide; her wiha piştgiriya civakê jî pir bilind e. Kalın di nirxandina xwe ya li ser paşeroja pêvajoyê de got: “Ji ber vê yekê veger nîn e. Em ê berdewam biçin pêş.”
Dê qanûn were derxistin: Kalin bersiva pirsiyara li ser vegera endamên PKKyê ya bo Tirkiyeyê û tevlîbûna wan a nû di jiyana civakî de da û diyar kir ku ji bo qonaxên bêçekbûn û entegrasyona nû amadekarî hatine kirin, lê xebatên di vê mijarê de hîn berdewam dikin. Kalin anî ziman ku ew sûdê ji tecrubeyên welatên din ên ku di pêvajoyên weha re derbas bûne digirin, lê Tirkiye li gorî pêdivî û pêşengiyên xwe modelekî taybet û resen pêş dixe. Kalin diyar kir ku piştî temamkirina qonaxên bêçekbûnê, dê erêkirina Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) were girtin û tê plankirin ku qanûnên pêvekirî yên ku endamên PKKyê yên di bin pakêta qanûnî ya heyî de nîn in jî li xwe digire, bên derxistin. Kalin li ser vê qonaxa pêvajoyê ev gotin anîn ziman, “Piştî ku em van qonaxên bêçekbûnê temam bikin, piştre erêkirina Lijneya Ewlekariya Neteweyî bistînin û qanûnên pêvekirî yên ku endamên PKKyê yên ku niha di nav vê pakêtê de nîn in jî li xwe digire derxin, em ê pir zû bigihêjin wê xalê.” Kalin diyar kir ku Tirkiye xwedî wê şiyanê ye ku kesên vedegerin ji nû ve bixe nav civakê û di vê qonaxê de dê pêdivî bi pêvajoyeke lihevhatinê hebe, lê ev pêvajo dikare were birêvebirin.
Birayên me yên Kurd li Iraqê alîkar bûn: Kalin beşdariya Herêma Kurdistanê ya Iraqê ya di vê pêvajoyê de jî nirxand û behsa giringiya têkiliyên bi PDK, YNK û partiyên din ên siyasî yên li herêmê re kir. Kalın ev partî wekî “bira” pênase kirin. Kalin diyar kir ku Kurdên Iraqê di dirêjahiya pêvajoyê de alîkar bûne û di qonaxên pêş de dikarin roleke mezintir bigirin ser xwe. Kalın her wiha anî ziman ku hinek endamên PKKyê dê bo demekê hîn li bakurê Iraqê bimînin û ev yek dê di çarçoveya lihevkirina ku li ser hatiye kirin de pêk were.
Hişyariya Êrişa li ser Îranê: Kalin ragihand ku di navbera Amerîka û Îranê de hîn razîbûn çênebûye û eger di nava çend rojan de peyman neyê îmzekirin, îhtimala êrîşa Amerîkayê ya li ser Îranê gelekî bilind e, ku ev yek dê bandorê li Herêma Kurdistanê jî bike.
Ji Bo Agahdariya we
Daxuyaniyên Îbrahîm Kalın nîşan didin ku aliyê ewlehî û îstihbaratê yê dewletê ji bo meşandina qonaxa hiqûqî, qanûnî û herêmî ya "Tirkiyeya Bê-Teror" xwedî nexşeyeke berfireh e û di nava xebateke kûr de ye.
Bêtir bixwînin: Ev nûçe ji we re hatine bijartin
Ji bo nûçeyên nû, bi berdewamî KANAL8ê bişopînin:
https://www.channel8.com/kurmanci/news/d79b3958-cd8b-4e9c-8f06-1dcbfa75755d
