
Kongreya 1'emîn a NADA’yê ku bi beşdariya jinên ji parçeyên Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn tê lidarxistin, îro li Silêmaniyê dest pê kir.
Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) kongreya xwe ya 1'emîn li Silêmaniya Herêma Kurdistanê lidar dixe.
Jinên ji Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye, Bakurê Afrîkayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek welatên din beşdarî kongreyê bûn.
Dê kongre sê rojan berdewam bike.
Hat zanîn dê Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî dê gotaran pêşkêş bikin.

