
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji konferansa Dayikên Aştiyê re peyam şand û got, "Jin çawa bixwaze divê wiha bijî, lê divê wêrektiya wan a ji bo jiyaneke azad jî hebe."
Meclisa Dayikên Aştiyê, bi dirûşmeya “Dayîk pêşengên civaka demokratîk û aşîtîyek mayînde ne” 3yemîn konferansa xwe li ÇandAmedê li dar dixe.
Ligel Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DEM Partî û DBPyê yên bajêr û navçeyan, hevşaredar, parlementerên DEM Partiyê û rêxistinên civaka sivîl beşdarî konferansê bûn.
Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ji konferansa dayikan re peyamek şand.
Peyama Ocalan a ji bo konferansê bi vî rengî ye:
Ez herî zêde ji dayika xwe fêrî rastiya jiyanê û sebrê bûm, lê herî zêde jî sekna rast a serbilind fêr bûm.
Ez, dayikên aşitiyê ku xwediyê vê sekna serbilind û rûmet in silav dikim û ji bo konferansa we serkeftinê dixwazim.
Jin çawa bixwaze divê wiha bijî, lê divê wêrektiya wan a ji bo jiyaneke azad jî hebe. Min rêzgirtina xwe ya ji bo jinan li ser rêgeza 'divê azadî bi ramanê dest pê bike' ava kiriye.
Hûn wek dayikên aştiyê yên ku parastina jiyanê û berxwedana aştiyê di qadên herî pêş de dikin, her wext di tekoşîna azadî û aştiya me de di qadên herî pêş de cih girtiye. Helbet wek dayîk cihên we di berxwedana me de bê nîqaş e. Lê belê, ez di vê baweriyê de me ku divê ew qalibên jinbûn û dayikbûnê ku civaka kevneşopî ferz dike bên bin şikandin. Hûn divê li gel nasnameya xwe ya dayîkbûnê di heman demê de bi nasnameya jina azad bi hişmendiya xwe re têbikoşin. Ev erdnîgariya ku yekem car civaka dayiksalar lê derketiye di heman demê de cihê nakokî û pirsgirêkên civakî yê yekem e. Kolekirina jinê û kolekirina civakê bi hev re dimeşe. Berevajiyê fikra ku tê zanîn kolebûn ne bi derketina dewletbûnê, lê bi kolekirina jinan dest pê kiriye.
Ev nakokî û pirsgirêkên civakî ku qewimîne çavkaniya pirsgirêkên ku îro em dijîn pêk tînin. Rêya derketina ji vê pirsgirêkê bi hev re avakirina jiyaneke komunal û demokratik e.
Banga me ya ji bo aştî û civakeke demokratik ku me di 27ê Sibatê de kir, erk û berpirsyariyekê li ser tevgera jinan û dayikên aştiyê bar dike. Serdemeke nû dest pê dike.
Rêxistinkirina jiyaneke sosyalîst li ser bingeha pergala komunal a demokratik dê bi aştiyê pêkan be. Li ser vî esasî ez hemû dayikên aştiyê silav dikim û di xebatên wan de serkeftinê dixwazim.
Abdullah Ocalan
Konferans dê du rojan berdewam bike.
