
Tîmeke kolandina gorên bikom a Iraqê li Şingalê ye û dê li gundê Sîba Şêx Xidirê goreke din a bikom bikole.
Nûçegihanê KANAL8ê ragihand, tîmeke kolandina gorên bikom a Iraqê ji bo kolandina gorên bikom li gundê Sîba Şêx Xidirê ne.
Malbatên qurbaniyan ji serê sibehê ve li cihê ku kolandin bê kirin li bendê ne da ku rûfatên kesûkarên xwe bibînin.
Nûçegîhanî da zanîn tîm dê çend gorên bikom bikole û li gundê Sîba Şêx Xidirê 4 gorên bikom hene.
Rûfatên li vî gundê şêniyên vî gundî ne. Piraniya wan di dema êrişên DAIŞê de li hemberî DAIŞê li ber xwe dan û şer kirin.
