
Puxteya Nûçeyê
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di konferansa “Pirsgirêka Kurd, Bêçekkirina PKKyê û Avakirina Peymaneke Civakî” de ku ji aliyê ORSAM û Zanîngeha Oxfordê va tê lidarxistin axivî.
Kurtulmuş diyar kir u ev pêvajo ne tenê bi çekdanîna rêxistinekê ye, lê belê armanca wê ew e ku gelên herêmê yên ku bi sedan salan in hatine perçiqandin dîsa di bin banê dewleteke hevpar de bên cem hev.
Serokê Parlamentoyê destnîşan kir ku “Modela Tirkiyeyê” bi tevahî niştimanî ye û ji derve nehatiye ferzkirin.
Daxuyaniyên Sereke û Mijarên Balkêş
Di bin Banê Heman Dewletê de: Kurtulmuş diyar kir, mesele tenê ne danîna çekan, bêçekkirina rêxistinekê yan jî xwefesxkirina wê ye; Ew armanc dikin ku rê li ber wê yekê vekin ku gelên ku emperyalistan zêdetirî sedsalekê ye li herêma wan ji hev belav kirine, ji nû ve li hev bicivin û bi hev re, di bin banê heman dewletê de bijîn.
Kurtulmuş 6 Taybetmendiyên Pêvajoyê wiha anî ziman:
Taybetmendiya yekem: Kurtulmuş got, “Ev pêvajo bi temamî bi înîsiyatîfên navxweyî û dînamîkên siyasî yên navxweyî yên Tirkiyeyê derketiye holê. Bi eşkereyî bêjim, ev pêvajo wekî projeyeke ku di paytextên welatên din de hatibe amadekirin nehatiye ser rojeva siyaseta Tirkiyeyê yan jî raya giştî. Ji ramanê 'pêdiviya vî miletî bi çi heye' derketine rê (ne ya hinekên din) û pêvajoyek ku bi temamî ji dînamîkên me bixwe tê birêvebirin û dê berdewam bike. Bi vê taybetmendiya xwe, Modela Tirkiyeyê modeleke bi temamî neteweyî ye.”
Taybetmendiya duyem: Pêvajo tenê di çarçoveya siyaseta partiyan yan jî bernameyên wan bixwe de nehatiye girtin dest. Em ji qaliplên siyasî derketin û zemînek ava kir ku tê de berjewendiyên hemû Tirkiyeyê û berjewendiyên me yên neteweyî têne esasgirtin û dîtinên cuda yên siyasî dikarin werin nîqaşkirin.
Taybetmendiya sêyem: Tirkiyeyê kontrola pêvajoyê di destê xwe de girtiye û bi dînamîkên xwe berdewam kiriye. Berovajî gelek mînakên din, pêvajo ne bi salname yan rênîşandana ku ji derve hatî diyarkirin, lê bi vîna Tirkiyeyê bixwe tê meşandin.
Taybetmendiya çarem: Ev pêvajo ji destpêkê ve pêvajoyeke pir zehmet e. Beşek ji civakê piştgiriya wê dike, beşek jî nake. Ne gengaz e ku mirov ji berê ve texmîn bike ka dê di kîjan qonaxê de bi çi cûre provokasyonê re rû bi rû bimîne, yan jî dê di kîjan gavê de çi zehmetî derkevin holê. Ji ber vê yekê, yek ji biryarên herî girîng ên ku me ji destpêkê ve girtiye ew e ku em pêvajoyê bi fêmkirineke ku bi qasî pêkan vekirî, şefaf û ji aliyê hemû beşên civakê ve were şopandin û kontrolkirin bimeşînin.
Taybetmendiya pêncem: Em aramiya xwe ya navxweyî ji cîranên xwe, ji silametî û ewlehiya wan cuda nabînin. Tirkiyeyê ji aliyekî ve hewl dide aramiya xwe ya navxweyî dabîn bike, ji aliyê din ve jî pêvajoyeke du-alî daye destpêkirin ku armanc dike geşedanên erênî yên li welatên herêmê jî tevkariyê li Tirkiyeyê bikin. Me ev yek bi îfadeya 'Tirkiyeya bêteror, herêma bêteror' kir dirûşm. Em bi hev re hewl didin ku bi bêçekkirina rêxistinên terorê yên li herêma me, derbasî serdemeke nû bibin.
Pêvajoya Entegrasyonê li Sûriyeyê: Di xala ku em gihştine de gavên girîng hatine avêtin. Berî her tiştî, li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê ya di navbera rêveberiya nû û PYDyê de ku bi giranî bê pirsgirêk bi pêş dikeve, ji bo dabînkirina aştiya herêmî geşedaneke girîng e. Bêguman dê dem bixwaze ku ev pêkhate di nav Dewleta Sûriyeyê de veguherin hêzên fermî. Lê, nîşandana vê niyetê bi rengekî dualî û avêtina gavan bi serkeftî, rasterast tevkariyê li pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' a li Tirkiyeyê jî dike.
Rewşa Iraqê: Heman awayî, meha borî Serokê Parlamentoya Iraqê, dostê min ê hêja Heybet Halbûsî hatibû Tirkiyeyê. Di civîna çapemeniyê ya ku me li dar xist de mijareke girîng anî ziman. Wî diyar kir ku Iraq jî babetê 'herêma bêteror' wekî hêmanekî girîng ê siyaseta xwe ya ewlehiyê dibîne. Wî got ku di serê meha Cotmehê de dê li herêmê xebat ji bo bêçekkirinê,radestkirina çekan a komên çekdar û ji bilî hukûmeta navendî nemana tu hêzeke çekdar a rewa dest pê bikin.
Bipêşketinên li Şingalê: Em dibînin ku ev xebat bi awayekî erênî dest pê kirine. Bi taybetî li Şingalê, em radestkirina çekan a hin hêmanên pêkhateya PKK/KCKyê wekî gaveke girîng dinirxînin. Em vê yekê ji bo her kesî wekî geşedaneke erênî dibînin. Ez dixwazim vê yekê bînim ziman: Di vê herêmê de ne gengaz e ku tu welat bi tenê ji terorê rizgar bibe. Di dîroka me ya nêzîk de têkoşîna giran a herêmê ya li dijî terorê ev yek nîşanî me daye.
Taybetmendiya şeşem: Yek ji armancên herî girîng ên ku me di destpêkirina vê pêvajoyê de danîbû pêşiya xwe ew bû ku rastiya 'hevparbûna paşeroja Tirk û Kurdan' ji aliyê hemû beşên civakê ve were fêmkirin. Di xala ku em îro gihştine de, em dibînin ku ev têgihîştin ji aliyê girseyên hîn berfirehtir ve tê qebûlkirin."
Ji Bo Agahdariya We
Axafrtinên Numan Kurtulmuş nîşan didin ku desthilat dixwaze çarçoveya “Tirkiyeya Bêteror” ne tenê wekî pirsgirêka leşkerî, wekî guherîneke mezin a siyasî, dîrokî û herêmî bide qebûlkirin.
Bêtir bixwînin: Ev nûçe ji we re hatine bijartin
Ji bo nûçeyên nû. bi berdewamî KANAL8ê bişopînin:
https://www.channel8.com/kurmanci/news/d295bf42-ef30-49c1-8760-a1b428cde9f7
https://www.channel8.com/kurmanci/news/6cee062a-cc4a-41e2-ac35-acc11c713bb0
https://www.channel8.com/kurmanci/news/8e4d725c-07ca-4af0-9ef0-55733d7faabf
