
Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku “zimanê aştiyê hîna nehatiye avakirin û hîna hin partî hene ku bêyî Kurdan daxwaza demokrasiyê dikin.”
Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, behsa Pêvajoyê kir û got: “Em diçin ku ji me dipirsin 'Baweriya we bi wan tê? Ji ber ku dewlet bersiva van pirsan nade, baweriya gel jî nemaye.”
Beştaş dewam kir û got: “Li Encûmenê; partiyek behsa ewlekariyê dike, yeke din seranser nêzîk dibe, ya din doza demokrasiyekem bêyî Kurdan dike. Rapor bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Sernivîsên xemgîn û hêvîdar di nav wan de hebûn. Bangên ku birêz Bahçelî kirine, zelal in. Bangên giring û hêja ne. Pêngavên ku PKKyê piştî daxuyaniya birêz Ocalan jî avêtine, gavên hêviyê ne. Divê êdî pirsa Kurd ji têgiha 'terorê' were dûrxistin. Divê ev Pêvajo ji pêkanînên burokrasiya ewlekariyê werin dûrxisitn. Divê zimanê aştiyê were bipêşxistin. Em di vê de bi vîn in.”

