
Saziya Amaran a Tirkiyeyê ragihand, di meha Cotmehê de rêjeya enflasyonê %2,55 bilind bûye, li gor Grupa Lêkolînkirina Enflasyonê jî, ew rêje %3,74 e.
Îro Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), rêjeya enflasyona mehane û salane aşkere kir ku ragihand, di meha Cotmeha îsal de enflasyon bi rêjeya %2,55 bilind bûye, herweha enflasyona salane jî gihiştiye %32,87 ê.
Her îro, Grupa Lêkolînkirina Enflasyonê ENAG jî rêjeya enflasyonê eşkere kir.
ENAG'ê diyarkir, enflasyon di meha Cotmehê dê bi rêjeya %3,74 blind bûye, enflasyona salane jî gihiştiye %60 ê.
Saziya Amaran a Tirkiyê di meha Îlonê de bilindbûna enflasyonê bi qasî %3,23 ragihandibû.