LI ŞINGALÊ DÎSA GORÊN BIKOM HATIN DÎTIN

Kanal8

Di 18ê îlonê de li gundê Sîba Şêx Xidirê yê navçeya Gir Uzêr a Şingalê du gorên bikom hatin dîtin.

Piştî agahdarkirina rayedaran, tîmek ji bijîşkiya dadwerî ya Mûsilê di 22ê Mijdarê de serdana cihê bûyerê kir da ku goran bikolin. Çend rûfat di nav wan goran de hatin dîtin.

Piştî dîtina rûfatan, tîma dadwerî ya Mûsilê got ku ew bi tena serê xwe nikarin rûfatan derxînin, ji ber vê yekê gor dîsa hatine girtin û gotin ku divê tîmên taybet ên kolandina gorên bikom werin kirin.

Li gorî nûçegihanê KANAL8ê, bi tîmên taybet ên kolandina gorên bikom re têkilî hatiye danîn, lê wan gotiye ku ew niha mijûlî kolandina gora bikom a herî mezin a bi navê gora Alu Antar li navçeya Til Eferê ne.

Hin rêxistinên mafên mirovan li dijî kolandina gorên komî li civaka Siba Şêx Xidirê nerazîbûn nîşan dane û gotine ku divê gorên Êzidiyan bi qanûnî werin kolandin.

Kanal8

Tue Sep 23 2025

Loading related news...