
Hevberdevka HDKyê Meral Daniş Beştaş ragihand, êrişên artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Kurdan, ji bo têkdana pêvajoyê ne.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endama Komîsyona Parlementoyê ya pûêvajoya çareseriyê Meral Daniş Beştaş ji bo ajansa Mezopotamyayê ragihand, hevdîtinên li Parîsê yên di navbera Amerîka, Îsraîl û Sûriyeyê de ku Tirkiye wekî çavdêr beşdar bûbû balkêş in û got: Tirkiye li vir aliyek e.
Beştaş destnîşan kir ku armanc “paqijkirina etnîkî” ye û xwestina Helebeke bê Kurd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û da zanîn, “Armanc ew e ku daxwaza Kurdan a ji bo welatîbûna wekhev û Sûriyeyekî demokratîk bitepisînin, tifaqa Tirkiye û Ehmed Şer'i, tifaqa li dijî Kurdan e, divê em jiyana gelê Kurd û gelên din hêsan bikin, ne ku dijminatiyê bikin.”
Hevberdevka HDKyê tekez jî kir ku li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê “hêdî” bi pêş dikeve, êrişên li Sûriyê baweriya bi pêvajoyê lawaz dikin û ev êrîş weke “hewleke têkdanê" pênase kir.
