ALA: CEWHERA BANGÊ DANÎNA ÇEKAN E

Kanal8

Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala derbarê banga Ocalan got, “Cewhera bangê danîna çekan û xwe hilweşandina rêxistina terorê ye. Em encamê dinêrin.”

Şandeya Îmraliyê ya ku îro bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah ocalan re hevdîtin pêk anî li Stenbolê peyamî ji raya giştî re par ve kir.

Ocalan di peyama xwe de banga çekdanînê li PKK’ê kir û da diyarkirin ku divê PKK xwe hilweşîne.

Serokwekîlê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Efkan Ala li ser banga Ocalan ji A Haberê re axivî û got, “Cewhera bangê danîna çekan û hilweşandina rêxistina terorê ye. Em encamê dinêrin.

Di dema hikûmetên AK Partiyê de, Tirkiye bi awayekî gelekî bandor têkoşînê li dijî terorê dike.

Tirkiyeya bê teror wiha pêkan e; eger guh nedin bangê, Tirkiye jixwe bi awayekî bandor têkoşînê li dijî terorê dike û serkeftinên gelekî girîng bi dest xistine.

Tirkiye têkoşîna dijî terorê derxist derveyî sînorên xwe. Serkeftineke bêşert li hundir hatiye bidestxistin.

Em bi rêbaza têkoşîna li dijî terorê digihêjin armanca Tirkiyeya bê teror."

Di berdewamiyê de Ala da zanîn, ger PKK vê bangê binirxîne, çek dayne û xwe kom bike, xwe hilweşîne wê demê Tirkiyê ji prangayên xwe rizgar be.

Kanal8

Thu Feb 27 2025

Loading related news...