
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê got, "Mafê gelê Kurd û perwerdeya bi zimanê dayikê, divê li ser zemîna hiqûqî û destûra bingehîn bên misogerkirin."
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, li Parlamentoya Tirkiyeyê civîna çapemeniyê li dar xist ûderbarê pêvajoyê axivî.
"Bêdengbûna çekan destpêkek e"
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê behsa rapora DEM Partiyê ya ku pêşkêşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kir û got bi rêya vê raporê, ji bo bidawîbûna şer mayinde bibe ew dibêjin ku divê parlamento qanûneke entegrasyona demokratîk, qanûneke aştiyê bi lez amade bike û wiha domand, “Bêdengbûna çekan encamek nîne, destpêkek e. Armanca me ya esasî aştiya pozîtîf e ku xwe dispêre dilxwaziya civakî ya li ser bingeha edalet û wekheviyê ava bûye. Dixwazim careke din bibêjim ku em aştiyê ne tenê rawestîna şer dibînin, em aştiyê weke avakirina demokrasiyê dibînin.”
"Aştî bi hiqûqê tê avakirin"
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku ew di wê baweriyê de ne ku aştî ne bi ewlekariyê, bi hiqûqê dikare ava bibe û wiha pê de çû: Ev rapor raporeke hiqûqî-polîtîk e. Hiqûqek dûrî polîtîkayê, dûrî vebijêrkên polîtîk nabe. Ji ber vê yekê jî heke raporek li ser vê meseleya ku aliyên xwe yên hiqûqî û siyasî hene tê nivîsandin, diviyabû raporeke hiqûqî-polîtîk bûya. Me rapora xwe spart vê yekê. Bi rapora xwe re me hewl da pirsgirêka Kurd vebêjin ku xala esasî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Pênasekirina rast a pirsgirêkê wê çareseriya rast jî bi xwe re bîne."
"Divê mafên Kurd û perwerdeya bi zimanê dayikê li ser zemîna hiqûqî bên misogertîkirin"
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, got, “Pirsgirêka Kurd bi esasî meseleyeke mafê çand, zimanê dayikê û hemwelatiya wekhev e. Mafê gelê Kurd û perwerdeya bi zimanê dayikê, divê li ser zemîna hiqûqî û destûra bingehîn bên misogerkirin.”
"Ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê divê hemû alî hewl bidin"
Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê de pirsên rojnamevanan bersivandin û pirsa derbarê HSDyê wiha bersivand: Dînamîkên navxweyî yên Sûriyeyê hene, avaniya xwe heye. Em jî pêvajoya li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Bendewariya me ew e ku li Sûriyeyê aramî û aştiyeke mayinde pêk were. Divê ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê divê her kes hewl bide. Di vê mijarê de Tirkiye bi taybetî jî Wezareta Derve ya li Tirkiyeyê divê tevkariyeke erênî li pêvajoyê bike.
