BEŞTAŞ: AK PARTÎ BERPIRSÊ BICIHNEANÎNA RAPORA KOMISYONÊ YE

Kanal8

Meral Daniş Beştaşê ragihand, berpirsiyarê sereke yê bicihneanîna rapora komisyona pêvajoyê AK Partî ye.

Parlementera DEM Partiyê û endama komisyona pêvajoyê ya parlementoya Tirkiyeyê Meral Daniş Beştaş, derbarê pêvajoyê ji ajansa Mezopotamyayê re ragihand, bicihanîna rapora hevpar a komisyona parlementoyê erkê hemu aliyan e û got, lê berpirsiyarê sereke yê bicihanînê jî AK Partî ye.

Beştaşê da zanîn, ji ber ku AK Partî di hevpeymaniya Cumhurê de hevparê MHPyê ye û MHP jî banga avêtina gavan di pêvajoyê de kiriye, ev berpirsiyarî dikeve ser milê AK Partiyê.

Her wiha got, tevgera Kurd îradeya çek danînê nîşan daye û li hember vê îradeyê jî pêdivî bi yasaya aştiyê heye û da zanîn, ji bo ku endamên tevgerê bikarin vegerin û mafê siyasetkirina wan hebe, pêdivî bi derxistina yasayê heye.

Meral Daniş Beştaş di derbarê mijara teyîdkirina çekdanîna endamên tevgerê jî diyar kir, divê êdî gotûbêjên li ser stratejîkbûn an nebûna çekdanîna tevgerê bi dawî bibin, ji ber ku tevger û Abdullah Ocalan çendîn caran diyar kirine ku ew dest ji biryara çek danînê bernadin û ev biryar stratejîk e.

Kanal8

Mon Apr 27 2026

Loading related news...