DAYIKÊN AŞTIYÊ: EM DIXWAZIN ZEMÎNA AŞTIYÊ WERE BIHÊZKIRIN

Kanal8

Dayikên Aştiyê derbarê serdanên xwe ji bo cem partiyên siyasî yên Tirkiyeyê ragihandin, ew dixwazin zemîna çareseriyê bihêz bibe.

Meclîsa Dayikên Aştiyê di çend rojên bihurî de li bajarê Enqerê serdana partiyên siyasî yên Tirkiyê kirin û derbarê naveroka serdanên xwe jî daxuyaniyeke nivîskî belav kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di hevdîtinên xwe de daxwaza avêtinê gavên siyasî û qanûnî di pêvajiyê de kirine, herweha daxwaz kirine ku mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan were dayin, weke beşek ji pêvajoya aştiyê.

Dayikên Aştiyê diyar jî kirin, di hevdîtinan de tekez kirine ku, daxwaza wan a hevdîtinê bi Serokomar, herweha bi Dewlet Bahçelî û Abdullah Ocalan re hê jî derbasdar e û weke dayik, ji bo pêşketina aştî û çareseriyê daxwaz kirine ku rêyên hevdêtinê û zemînên diyalogê werin bihêz kirin.

Kanal8

Sun May 10 2026

Loading related news...