
Li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê hejmarek ji welatiyên Sûriyeyê bi guleyên leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir, 3 welatiyên Sûriyeyê dema dixwestin di navçeya Elok ya girêdayî Serêkaniyê re derbasî Tirkiyeyê bibin, bi guleyên leşkeran birîndar bûne.
Li gorî rêxistinê, 2 ji birîndaran ji bo nexweşxaneya Serêkaniyê hatine veguhestin û yê sêyem jî ketiye destê leşkerên Tirkiyê.
Her wiha SOHRê da zanîn, ew welatiyan ji parêzgeha Dêra Zorê ya rojhilatê Sûriyeyê ne.
30ê Tîrmehê jî leşkerên Tirkiyeyê dem du welatiyan xwestibûn di Serêkaniyê re derbasî Tirkiyeyê bibin gulebaran kiribûn û yekî ji wan jiyana xwe ji dest dabû.

