
Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, Donald Trump li hember Kamala Harîs bi ser ket û bû 47mîn serokê Amerîkayê.
Li gorî encaman Trump 277 dengên Desteya Berbijêran û Kamal Harîs 224 dengên desteyê bi dest xistine.
Trump ku 45mîn Serokê Amerîkayê bû, pêwîst bû 270 dengên Desteya Berbijêran bi dest bixe, lê bi cudahiyeke zêde bi ser ket.
Li aliyekî din komariyan ji 100 kursiyên Encûmena Pîran 51 kursî bi dest xistin. Di hilbijartina Encûmena Nûneran de jî komariyan 197 û demokratan 179 kursî bi dest xistin.
Her wiha di hilbijartina hakimên eyaletan de jî komariyan 27 deng û demokratan 23 deng bi dest xistin.
