ÊŞA NAYÊ JIBÎRKIRIN; GORÊN BIKOM

Sema Reşid

Li Şingalê dê pêvajoyeke nû ya kolandina gorên bikom ên qurbaniyên şerê DAIŞê, dest pê bike.

Nûçegihanê KANAL8ê ragihand, tîmek ji bo kolandina gorên bikom ên Şingalê hatiye amadekirin û dê dest bi kar bike.

Tîmek ji bo kolandina gorên bikum gihîşt Şingalê da ku çend gorên nû yên bikom bikolin

Serokê Tîmên Kolandina Goran ê Hikûmeta Iraqê Ehmed Quse ji KANAL8ê re got ku tîmek roja Şemiyê gihîşt Şingalê da ku çend gorên nû li sînor bikolin.

Qusî got wan dest bi kolandina çend goran li her du gundên Hardan û civaka Siba Şêxdî kiriye û ev pêvajoya kolandinê dê 10 rojan berdewam bike.

Qusî da zanîn, tê plankirin ku pêvajoya kolandina gorên bikom di 17ê vê mehê de dest pê bike.

Heta niha 95 gorên komî û 15 gorên takekesî li Şingalê hatine dîtin, ku ji wan 68 gorên bikom û 13 gorên takekesî hatine kolandin.

Tenê nasnameyên 296 ji wan hatine eşkerekirin.

Sema Reşid

Sat Nov 15 2025

Loading related news...