
Îro Encûmena Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê (MGK) bi serokatiya Erdogan di demjimêr 15:00'an de dicive û mijara civînê pêvajoya çareseriyê û çekdanînan PKK’ê ye.
Biryare îro 30’ê Tîrmehê, Encûmena Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê (MGK) demjimêr 3’ê piştî nîvro, bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan li Koşka Beştepeyê çaremîn civîna xwe ya îsal lidar bixe.
Mijara sereke ya civînê pêvajoya çareseriyê û pirsa çekdanîna PKK’ê ye.
Her wiha, Encûmena Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê, dê rewşa Sûriyê bi giştî gotûbêj bike.
Şerê navbera Rûsya û Ukraynayê û êrîşên Îsraîlê li ser Xezeyê û rewşa mirovî ya Xezeyê jî du mijarên din ên civîna Encûmena Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê ne.

