
ÎSÎGê rapora xwe ya meha Mijdarê belav kir û ragihand, 216 karkeran jiyana xwe ji dest dane û 13 ji wan zarok in.
Encûmena Tendirustiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya meha Mijdarê eşkere kir.
ÎSÎGê, da zanîn ku di meha Mijdarê de 216 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha encûmenê diyar kir ji van karkeran 197 jê mêr, 19 jin û 13 jî zarok bûn.
Di berdewamiya daxuyaniyê de encûmenê da zanîn ku ji van karkeran 12 jê penaber bûn.
Herî zêde di karên çêkirina avahiyan de karkeran jiyana xwe ji dest dane û rêjeya wê ji sedî 71 e, ji sedî 34 di karê çandinî-daristanê de, ji sedî 31 di karê veguhestinê de, ji sedî 14 jê di karê buro-bazirganiyê de û ji sedî 12 jî di karê madenvaniyê de çêbûn.
Di raporê de hat diyarkirin 24 karkeran li Stenbolê, 12 karker li Kocaeliyê, 12 karker li Rihayê, 9 karker li Manîsayê, 8 karker li Enqereyê û 8 karkeran jî li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dane.
