PFDK'YÊ HÛNANDINA KEZIYAN WEK "PROPAGANDAYA ÎDEOLOJÎK" BI NAV KIR

Kanal8

Lîstikvanê Amedsporê Çekdar Orhan, bi hinceta ku “Propagandaya îdeolojîk kiriye” sewqî Lijneya Disîplînê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (PFDK) hat kirin.

Lîstikanê Amedsporê Çekdar Orhan di 1ê vê mehê piştî ku di lîstika navbera tîma wî û ya Adana Demîrsporê golek avêt bi kêfxweşî vegeriya alîgiran û porê xwe hunand.

Lijneya Disîplînê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (PFDK) jî bi hinceta ku ev tevgera Çekdar Orhan “Propagandaya Îdeolîk” e ew sewqî disîplînê kir.

Her wiha serokê Amedsporê Nahît Eren jî ji ber ku dîmena keziyan di tora civakî de parvekiribû sewqî lijneya disîplînê hatibû kirin.

Kanal8

Wed Feb 04 2026

Loading related news...