
Hikûmeta Tirkiyeyê derbarê hilbijartina parêzgarê Kerkûkê got, “Hilbijartina parêzgarekî Tirkmen li Kerkukê ji aliyê giştgirî, di nûnertîkirina dadmendiyê de û xurtkirina aştiya civakî ve pêşkeftinek pir girîng û dîrokî ye.”
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê li ser hilbijartina, serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Mihemed Seman Axa, wekî parêzgarê Kerkukê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hilbijartina parêzgarekî Tirkmen ji bo Kerkukê, ku xwedî pêkhateyeke çandî ya cihêreng û piralî ye, di aliyê giştgirî, nûnertiya dadmendiyê û xurtkirina aştiya civakî de, pêşketinek pir girîng û dîrokî ye.
Di daxuyaniyê de belavkirina dorveger a postên îdarî yên payebilind li Kerkukê hat pêşwazîkirin û hat gotin ku belavkirina dorveger a postên îdarî yên payebilind di navbera civakan de û li ser bingeha lihevhatinê, ne tenê ji bo Tirkmenan lê ji bo hemî civakên li Kerkukê destkeftiyek dadperwer û wijdanî ye.
Wezareta Derve ya Tirkiyê got, “Em hêvî dikin ku ev pêşketin dê beşdarî aştî, ewlehî û geşbûna gelê Iraqê û niştecihên Kerkûkê bibe.”
