KARASU: SOZÊN HATINE DAYÎN NEYÊN BICIHANÎN EM Ê JÎ BI VÎ AWAYÎ LI BENDÊ NEMÎNIN

Kanal8

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu derbarê pêvajoyê ji MedyaHaber’ê re nirxandin kirin û da diyarkirin ku ger sozên ji wan re hatine dayîn neyên bicihanîn ew dê li bendê nemînin.

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û helwesta hikûmeta Tirkiyê da diyarkirin ku hikûmet li gorî banga Ocalan gav navêje.

Karasu bal kişande li ser wê yekê ku piştî banga çekdanînê ya Ocalan, diviyabû di şert û mercên wî de guhertin bihata çêkirin lê tevî vê ti gav nehatiye avêtin.

Her wiha Karasu got, “Hate gotin ku bila bang bê kirin dê mafê hêviyê bikeve meriyetê. Bang hate kirin lê mafê hêviyê nekete meriyetê.”

Di berdewamiya axaftinên xwe de Karasu da zanîn ku ji wan re hatiye gotin ku dê Ocalan bibe xwedî şert û mercên kar û azadiyê lê ev yek pêk nehatiye.

Karasu derbarê sozên ku hatine dayîn wiha pê de çû: Sozên hatine dayîn hene. Hem soza Bahçelî heye hem jî hin sozên cuda li Îmraliyê hatin dayin. Ev soz nayên bicihanîn. Di vê rewşê de wê çi bibe? Li gel vê yekê jî em bi xwînsarî tevdigerin. Rêbertî jî bixwînsarî, bisebir tevdigere. Lê belê sînorekî vê heye. Li hemberî partî, rêber û rêxistina gelekî nêzîkatiyeke bi vî rengî nabe. Helwesteke dûrî ji cidiyetê ye. Qîmetê ti sozê namîne. Bi xwe dibêjin, 'Bila lez be'. Dibêjin, 'Em bi lez encamê werbigirin'. Ka li ku ye? Rewşeke wisa heye ku ji her alî ve dibe sedema gumanan. Me ji destpêkê ve gotibû, li ser nêzîkatiya dewleta Tirk gumanên me hene. Neavêtina gavan bû sedem ku ev guman hîn zêde bibe.

Belê, dibe ku mirov hinekî din li bendê bisekine, li pêvajoyê binihêre. Lê belê eger dîsa jî gav neyê avêtin, sozên hatine dayin neyên bicihanîn, em ê jî bi vî awayî li bendê nemînin. Wê demê em ê bi rengekî cuda binirxînin. Em ê hîn bi şênberî nîşan bidin bê ev nêzîkatî tê çi wateyê.

Kanal8

Sun Apr 06 2025

Loading related news...