DADGEHA BILIND A FEDERAL A IRAQÊ: RÊKARÊN ELÎ ZEYDÎ LI GORÎ DESTÛRÊ NE

Kanal8

Puxteya Nûçeyê

  • Dadgeha Bilind a Federal: Serokwezîrê Iraqê dikare hêzan li ser sînoran belav bike.

  • Dadgeha Bilind a Federal: Mafê Serokwezîrê Iraqê heye ku çavdêrî û kontrola deriyên sînorî yên Iraqê bike, tevî yên li Herêma Kurdistanê jî.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê li ser daxwaza Serokwezîr Elî Zeydî biryara xwe ya şîrovekarî ya hejmara (268/Federalî/2026) derxist û ragihand ku rêkarên ku ji aliyê serokwezîr ve hatine girtin destûrî ne û tekez kir ku dabeşkirina desthilatan di navbera desthilatên federalî û yên Herêmê de zirarekê nagihîne yekparçeyî û serweriya dewletê û rê nade pêkhatina astengiyan li pêşiya desthilatên hevbeş an derbaskirina hewcedariyên hevahengiyê.

Daxuyaniyên Sereke Û Mijarên Balkêş

Sînor, Deriyên Sînorî, Sîstema Elektronîkî Û Petrol:

  • Sînor: Li gorî biryara hejmara (268/Federalî/2026), parastin, dabînkirina ewlehî û parastina sînorên navdewletî yên Iraqê li gorî madeyên (109) û (110/duyem) di desthilatên taybetmend ên federalî de ne û hikûmeta federalî dikare hêzên çekdar ên federalî li ser hemû sînorên ligel welatên cîran tevî yên di nav axa di bin rêveberiya Herêma Kurdistanê de belav bike û bi rê ve bibe.

  • Deriyên Sînorî: Her wiha desthilatên federalî li gorî yasaya Desteya Deriyên Sînorî ya hejmara (30) ya sala 2016an û bi li ber çavgirtina hevahengiya madeya (114/yekem) dikarin çavdêrî û kontrolê bikin û sîstemeke neteweyî ya yekgirtî ya otomatîk/elektronîkî ji bo derî û gumrikan ava bikin.

  • Petrol, Gaz Û Dahatên Giştî: Rêvebirina petrol û gaza derketî li gorî madeya (112/yekem) bi hevbeşiya hikûmeta federalî, Herêm û parêzgehên berhemhêner tê kirin, xwedîderketina petrol û gazê li gorî madeya (111) ji bo hemû zarokên gelê Iraqê ye û wezareta petrolê ya federalî û aliyên çavdêriyê dikarin çavdêrî, serperştî û hûrbîniya zeviyan, pêvajo û girêbestên berhemhênan, derxistin, bazarkirin û hinardekirinê li gorî destûr, yasayên karûbar û biryarên dadgehê bikin.

  • Her wiha desthilatên federalî li gorî madeya (110/sêyem) û bi hevahengiya madeya (114/yekem) dikarin polîtîkaya darayî û gumrikî diyar bikin û çavdêriya dahatên bac, resm û ne-petrolî li seranserê Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve bikin.

Sînorê Erdnîgarî, Navçeyên Nakok Û Pabendkirina Biryarê:

  • Sînorê Erdnîgarî Û Axên Derveyî Sînor: Dadgehê diyar kir ku sînorê erdnîgarî yê desthilatên Herêma Kurdistanê li gorî madeya (53/a) ya yasaya rêvebirina dewletê ya qonaxa veguhêz (ku madeya 143 ya destûra 2005an karê pê hiştiye) tê diyarkirin û axa ku di 19ê Adara 2003an de ji aliyê hikûmeta Herêmê ve dihat birêvebirin li parêzgehên Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Diyale û Nînovayê digire nav xwe, divê desthilatên Herêmê li derveyî wî sînorî dirêj nebin bi li ber çavgirtina madeya (58) ya wê yasayê û madeya (140) ya destûrê, û rêvebirina axên derveyî wî sînorî û pêkanîna desthilatên destûrî, kargêrî û cîbicîkar ên li ser wan vedigere desthilatên fedralî, û pêkanîna rêveberiya kiryarî ji aliyê Herêmê ve li derveyî wî sînorî ti desthilateke destûrî ji bo wê çê nake.

  • Biryara Yekalîker Û Têbiniya Du Endaman: Dadgehê eşkere kir ku biryar bi piraniya dengan û bi têbiniya (muxalefeta) du endaman, li gorî madeyên (93/duyem û 94) yên destûra 2005an û madeyên (4/duyem û 5) yên yasaya Dadgeha Bilind a Federalî ya hejmara (30) ya sala 2005an (ya ku bi yasaya hejmara 25 a sala 2021an hatiye sererastkirin), wekî biryareke yekalîker û pêbendker ji bo hemû desthilatan derketiye.

Ji Bo Agahdariya We
Ev biryara şîrovekarî ya Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê di demekê de tê weşandin ku piştî biryarên îdarî, ewlehî û leşkerî yên Serokwezîr Elî Zeydî û bertekên Hewlêr, PDK, YNK û Encûmena Wezîran, nakokiyên destûrî û rêveberiya petrol, deriyên sînorî û navçeyên nakok di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de gihîştine asteke hestiyar.

Bêtir bixwînin: Ev nûçe ji we re hatine bijartin

Ji bo nûçeyên nû, bi berdewamî KANAL8ê bişopînin:

https://www.channel8.com/kurmanci/news/a14d0593-8f13-4676-b1cb-bb08b3c373c8

https://www.channel8.com/kurmanci/news/1317c187-c2af-415b-9090-5ed15d573402

https://www.channel8.com/kurmanci/news/eb8a240b-a8a3-46ae-9530-f4c17a2e5323

Kanal8

Wed Nov 25 2026

Loading related news...