
Bijîşkên Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyê û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder derbarê rewşa wî ya tenduristiyê daxuyaniyê dan û gotin, “Refleksên mêjiyê wî kêm bûne.”
Bijîşkên Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, li pêşiya Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê daxuyanî dan.
15’ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê aortê krîza dil li Sirri Sureyya Onder da.
Onder ji bo Nexweşxaneya Florence Nightingalê ya Stenbolê hat veguhestin û 13 roj in li wê nexweşxaneyê tê dermankirin.
Derbarê rewşa wî ya dawî de bijîşkan diyar kir, rewşa Onder ji aliyê norolojîk ve her ku diçe xirabtir dibe.
Her wiha bijîşkê Onder got, "Ji ber vê sedemê, em gihîştine xaleke din a şikestinê. Refleksên mêjiyê nexweşê me ji hêla norolojîk ve kêm bûne û werimandina mêjiyê wî berdewam dike. Xwîna mêjiyê wî her ku diçe zêde dibe. Ev yek nîşan didin ku metirsiya li ser jiyana wî her ku diçe zêdetir dibe. Lê em ê hemî dermankirinên xwe bi sebir bidomînin û bi sebir li bendê bin."
