Efkan Ala: Pêvajoya çareseriyê ne li ser maseya me ye 

Kanal8

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Efkan Ala diyar kir, pêvajoya çareseriyê ne li ser maseyê ye û got, "Pirsgirêk cuda ye û ji bo pirsgirêkên cuda çareserî cuda ye. Ne mecbûr in her carê heman tiştî bikin." 

Li ser jinûve destpêkirina pêvajoya çareseriyê, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlamenterê Bursayê Efkan Ala daxuyanî da. 

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala bi eşkereyî axivî û got "Pêvajoya çareseriyê ne li ser maseya me ye.”  

Ala pêvajoya çareseriyê nirxand û got, "Pirsgirêkên cuda çareseriyên cuda dixwazin. Em neçar in her carê heman tiştî bikin." Ala destnîşan kir, AK Partiyê reformên şoreşgerî kiriye û got, "Kanaleke kurdî 24 saetan weşanê dike. Ev jî hatin derbaskirin. Di van pêvajoyan de Rojhilata Navîn wêran bû. Eger Tirkiyeyê ev reform nekirana dê bi projeyên ku dixwestin wê bikin Iraq û Sûriyê têk biçûya." 

Kanal8

Thu Oct 17 2024

Loading related news...