TEVAHIYA BIRYARÊN ELÎ ZEYDÎ DERBARÊ HERÊMA KURDISTANÊ Û KERKÛKÊ

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî

Puxteya Nûçeyê

  • Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî hejmarek biryar derbarê biqaçaxbirina petrolê de derxistin.

  • Li gorî biryaran, hejmarek berpirs li Kerkûkê ji kar hatine dûrxistin.

  • Biryar birêvebirina zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê û deriyên sînorî li xwe digirin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan ragihand, Serokwezîr Elî Zeydî, pêdaçûn di rapora komîteya lêkolînê ya taybet bi qaçaxçîtiya petrolê li Kompanyaya Petrola Bakur de kir û derbarê wê de hejmarek biryar derxistin.

Daxuyaniyên Sereke Û Mijarên Balkêş

Yekem: Biryar û rêkarên îdarî û ewlehiyê

  • Dûrxistina Serokê Desteya Deriyên Sînorî ji posta wî.

  • Dûrxistina her du (Fermandarê Operasyonên Kerkûkê û Fermandarê Polîsên Kerkûkê) ji ber xemsariyê di şopandina dosyeya petrolê de.

  • Bexşîna (ji kar dûrxistina) Fermandarê Fewca Yekem a Polîsên Enerjiyê, alîkarê wî, Rêveberê Fewca Yekem a Polîsên Enerjiyê û Rêveberê Kontrola Fewca Yekem.

  • Şermezarkirina (hişyarîdana) Rêveberê Asayîşa Niştimanî û Rêveberê Îstîxbarata Niştimanî li parêzgeha Kerkûkê.

  • Rawestandina ji kar (dûrxistina demkî) ya Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Petrola Bakur û cîgirên wî, heta wê dema ku lêkolîn ji aliyê Desteya Destpakiyê ya Federal ve bi dawî dibe.

  • Bexşîna berpirsê beşa pişkinînê li Kerkûkê di Kompanyaya Giştî ya Dabeşkirina Berhemên Petrolê de ji ber bicihnekirina erkên xwe.

  • Rawestandina ji kar (dûrxistina demkî) ya Rêveberê Giştî yê Geşepêdana Pîşesaziyê û Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Pîşesaziya Kanzayan di Wezareta Pîşesazî û Kanzayan de, heta wê dema ku lêkolîn ji aliyê Desteya Destpakiyê ya Federal ve tên temamkirin.

Duyem: Pêşniyarên kargêrî û teknîkî

  • Şandina dosya û binpêkirinan bo dadgehê û Desteya Destpakiyê ya Federal ji bo lêkolînkirina li ser wan binpêkirinên ku amaje pê hatiye kirin û pêşkêşkirina wan li beramberî dadwerê Dadgeha Navendî ya Lêkolîna Tawanên Dije-Gendeliyê:

  • A. Hûrbînîkirin di wan girêbestên firotina petrola xav de ku di navbera Kompanyaya Petrola Bakur û kompanyaya "El-Mihwer El-Fidî" û kompanyayên din de hatine encamdan, ligel selmandina hemû wan mîqdarên ku berdest in.

  • B. Hûrbînî ji bo rêkarên gihandina petrola xav an dabînkirina wê ji aliyê Wezareta Petrolê ve bo Parzûngeha Baziyan û Parzûngeha Kar, herwiha piştrastbûn ji hevberbûna mîqdarê dabînkirî ligel mîqdarê daxwazkirî.

  • C. Lêkolîn ligel rêveber û karmendên Kompanyaya Petrola Bakur ji ber xemsariya wan.

  • D. Şopandina wan moletên ku didin hemû kargehan ji aliyê Wezareta Pîşesazî û Kanzayan (Rêveberiya Geşepêdana Pîşesaziyê) ve, bi taybetî ew kompanyayên ku bûne sedema bihederdana samanê giştî û pereyê welatiyan.

  • E. Lêkolîn li ser wî pereyê ku ji bo parêzvanên sivîl hatiye xerckirin bi mebesta parastina boriya petrolê, ji ber ku di rastiyê de ne ser bi Kompanyaya Petrola Bakur ve ne.

  • F. Lêkolîn li ser binpêkirinên taybet bi nebûna pişkinîna taqîgehî û eşkerekirina mîqdarê wê petrola ku bo derveyî Iraqê tê hinardekirin di rêya deriyên Herêmê re.

Sêyem: Rêkarên taybet bi Herêma Kurdistana Iraqê û deriyên sînorî

  • A. Ji bo Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê bê raspardin ku ji bo pêşîlêgirtina tevlîheviya di desthilatdariyê de, ji bilî bi rêya Wezareta Petrolê ya Federal destûrê nedin hinardekirina petrola xav û berhemên petrolê.

  • B. Wergirtina hemû deriyên sînorî li Herêma Kurdistana Iraqê ji aliyê Desteya Deriyên Sînorî ve.

  • C. Raspardina Wezareta Petrolê ji bo birêvebirina hemû wan zeviyên petrolê yên ser bi wezaretê ve ku dikevin sînorê kargêrî yê parêzgehên (Diyale – Kerkûk – Selahedîn – Nînowa) û ji aliyê ewlehiyê ve di bin desthilata Herêma Kurdistana Iraqê de ne.

Çarem: Rêkarên ewlehî û leşkerî û kontrolkirina sînoran

  • A. Fermandariya Hêzên Sînor erkê girtina deriyên nefermî digire stûyê xwe di çarçoveya sînorên navdewletî de ligel welatên cîran, di nav wan de deriyên Herêma Kurdistana Iraqê.

  • B. Raspardina Wezareta Parstinê da ku Lîwayên Erkê Hevbeş (Yekem – Duyem) hemû rêyên lawekî di navbera parêzgehên (Diyale – Selahedîn – Kerkûk – Neynewa) û Herêma Kurdistana Iraqê de bigirin.

  • C. Raspardina Rêveberiya Polîsên Enerjiyê ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji bo wergirtina hemû zeviyên petrolê û çavdêrîkirina wan bi kamerayan, tevî wan zeviyên ku dikevin sînorê kargêrî yê hikûmeta federal û ji aliyê ewlehiyê ve di bin desthilata hikûmeta Herêmê de ne.

Pêncem: Rêkarên hunerî, çavdêrî û endazyariyê

  • A. Amadekirina mekanîzmayeke zelal ku tevgera berhemên petrolê di navbera parêzgehan de û di rêya deriyên sînorî re rêk bixe û hemû alî pê ve pabend bin.

  • B. Bikaranîna teknolojiya hevdem ji bo parastin û çavdêrîkirina borî û bîrên petrolê (nûkirina sîstema niştimanî ya dîjîtal ji bo çavdêrîkirina xetên petrolê û eşkerekirina qaçaxçîtiyê).

  • C. Girêdana pîverên elektronîk ji aliyê Wezareta Petrolê ve li ser hemû bîrên petrolê yên çalak ên Iraqê.

  • D. Amadekirina qadên taybet li xalên kontrolê yên deriyên (Silêmanî – Hewlêr – Dihok) ji aliyê tîma endazyariyê ya ser bi Nivîsîngeha Serokê Encûmena Wezîran ve, ku karmendên Wezareta Petrolê, Polîsên Enerjiyê û Asayîşa Niştimanî tê de cih bigirin, herwiha avakirina taqîgehan li wan xalên kontrolê ji bo pişkinîna wan berhemên ku ber bi wan parêzgehan ve derdikevin.

  • E. Raspardina Wezareta Pîşesazî û Kanzayan ji bo veguhastina hemû kargehên qîra oksîdkirî û neftayê yên ku dikevin sînorê kargêrî yê parêzgehên (Diyale, Selahedîn, Kerkûk û Neynewa) û li derveyî kontrola ewlehî ya hikûmeta federal in, bo navçeyên din ên di nav heman parêzgehan de di maweyê (6) mehan de.

Ji Bo Agahdariya We
Ev biryarên berfireh ên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, guhertineke bingehîn di rêvebirin û kontrola ewlehî û îdarî ya dosyaya petrolê, zeviyên navçeyên nakok û deriyên sînorî yên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de radixe ber çavan.

Bêtir bixwînin: Ev nûçe ji we re hatine bijartin

Ji bo nûçeyên nû, bi berdewamî KANAL8ê bişopînin:

https://www.channel8.com/kurmanci/news/9c15ba8c-16ec-49aa-8a00-f9615d789953

Kanal8

Tue Nov 24 2026

Loading related news...