FESTÎVALA HINAR A HELEBCEYÊ

12EMÎN FESTÎVALA HINAR LI HELEBCEYÊ BI RÊ VE DIÇE

in
photo

Festîvala hinar a li Helebceyê ku bûye sembola bajar û berhemên herêmî, çendîn çalakiyên bazirganî, çandî û civakî di nava xwe de dihewîne.

Armanca sereke ya van çalakiyan piştgiriya aborî ya ji bo cotkar û baxewanên parêzgeha Helebceyê ye daku berhemên xwe bigihînin bazarên berfirehtir.

Festîvala Hinaran a Helebceyê ne tenê çalakiyeke çandiniyê ye, di heman demê de bûye pireke girîng a civakî û tûrîstî ku ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî wê mêvanan dikişîne herêmê.

Di festîvalê de cilûbergên kevneşopî yên Kurdî hatin nîşandan.

Loading related news...