
Puxteya Nûçeyê

Li gorî dîmen û agahiyên ku gihîştine KANAL8Ê, li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê çaremîn Festîvala Neteweyî ya Şanoyê hat lidarxistin. Rêkxerê festîvalê Kawe Mihemedzade ragihand ku ev çalakî fersendek bû ji bo nêzîkbûna hunermendên ji 23 parêzgehên cuda û danûstandina raman û ezmûnên wan ên şanoyî.






Rêvebirên festîvalê dibêjin ku tiştê çalakiyên îsal ji salên borî cuda dikir, pêşkêşkirina berhemên şanoyî bi her du şêwazên li ser şeqamê (şanoya kolanê) û di hundirê salonan de bû.

Du şanogerên beşdar, Şerîfe Şîriyan û Hawrê Rezayî, diyar kirin ku şanoger gelek kêfxweş in ku îsal, li gorî salên borî, hemû kar û bernameyên festîvalê bi rengekî gelekî birêkûpêk bi rê ve çûne.

Ji Bo Agahdariya We
Festîvala Neteweyî ya Şanoyê li Bokanê çar rojan berdewam kir. Tê de çendîn nîşandanên cihanêreng ji aliyê hunermendên parêzgehên Îranê ve hatin pêşkêşkirin û di dawiya merasimê de jî xelat li ser serkeftiyan hatin dabeşkirin.

